اذا لم تجد ما تبحث عنه يمكنك استخدام كلمات أكثر دقة.
Kovara Ciwanên Şoresger ya meha Çile û Sibatê bi şiyara "Bi Vejînekî Ciwan emê xwe rêxistin bikin û Komployê Navnetewî têk bibin" derket.
Bi kurdî û erebî, ji bo têkbirina komployê navnetewî em nîvîsên Rêber Apo li ser planên hêzên hegemon ji bo Rojhilata Navîn û li ser berxwedana xwe li girtîgeha Îmralî diweşînin. Pirsên li ser şoreşê, helbestên Rêber Apo û nameyên ciwanan jî cihê xwe di nav kovara me de digirin. Perspektîfên Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan, nîvîsên li ser komînên ciwanan, li ser çand û huner, exlaq, bandorê teknolojî li ser ciwanan û li ser koçberî û welatparêzî hatin amade kirin. Her wiha, lêhengên şoreşa Rojava û tevgera ciwanan Lewend û Serhed û berxwedana 58 rojan a gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê NATO, di salvegera xwe ya 6'emîn de, tên bibîr anîn. Heya weşanekî nû em hêvî dikin ku bi dilê we be.