اذا لم تجد ما تبحث عنه يمكنك استخدام كلمات أكثر دقة.
Em bi hijmarekî nû ya kovara
xwe pêşberî we ne. Em Ciwanên hişmend, pêşverû û
birêxistinkirî ku bi zanist û şoreşê ber bi bilindbûnê
ve diçin, xwendevanên me yên hêja û ciwanên
welatparêz ên li dijî dagirkerî, neheqî, mêtingerî
û faşîzmê, hêviya gelan a azadî û demokrasiyê û
hêza avakirina civakan û garantiya paşerojê, em
hejmareke din a kovara we ya mehane pêşkêş we
dikin, em hêvîdar in ku xizmeta enerjî û xeyalên we
bike û we bi ders, ezmûn û zanîna pêwîst ji bo pêşde
birina di riya ku we ji we re hilbijartiye, zêde bike.
Di vê mijarê de perspektîfên efsaneya berxwedan û
serkeftinan, Rêber Apo, perspektîfên ji bo ciwanan di
derbarê qonaxa ku em tê de derbas dibin û xetereyên
pêşerojê de, her wiha berpirsyariya ku divê ciwanên
rêxistinkirî û şoreşger di mehên Gulan û Hezîranê de
hilgirin ser milên xwe çi ne ji bo bi serketinê tacîdar bikin.
Her wiha rola ciwanan a di Şoreşa 19’ê Tîrmehê
de û nêzîkatiya fedayî û destekkirina hemleya şerê
azadiyê, li gel gelek nêrînên ciwanan ên bi nirx jî heye.
Em hemû hêvîdar in ku me tiştên ku hûn jê hez
dikin pêşkêşî we kiribe û xizmeta daxwazên
we kiribe. Heta weşaneke din hûn sax bin.